Kurmanji (kurdiska)
Tu bi xêr hatî pirtûkxaneyê!
Pirtûkxane ji herkesî re vekirîye.
Di pirtûkxaneyê de ji bo zarok û salmezinan bi gelek zimanan pirtûk, rojname, kovar, kursên ziman, agahdariyên civakî, mûsîk, fîlm, komputer û gelek tiştên din hene.
Ji pirtûkxaneyê pirtûk deynkirin bêpere ye.
Ji bo ku tu bikaribî pirtûkan deyn bikî, pêwîstî bi kartê deynkirinê heye. Wergirtina kartê deynkirinê belaş e.
Dema deynkirinê 4 heftî ne, lê dibe ku ev kêmtir be jî, ji ber wê meqbûza xwe kontrol bike!
Ji pirtûkên ku te deyn kirine tu berpirsiyar î. Ger pirtûk wenda bibin, ew zerar bibînin an jî dereng bêtin dayîn, pirtûkxane dikare mafê wê weke tezmînat ji te wergire.
Ger tiştên ku tu lê digerî, wek nimûne pirtûkên bi zimanê xwe di pirtûkxaneyê de nebînî, bi personel re pêwendî deyne. Pirtûkxaneya mi dikare gelek caran ji pirtûkxaneyên din deyn bike yan jî bikire û ji te re bide anîn.
Malpera pirtûkxaneyê zîyaret bike! Tu dikarî di wir de li kataloga pirtûkxaneyê binêrî. Tu her wiha dikarî pirtûkan veqetînî, li deynê xwe binêrî, wan ji nû ve deyn bikî û hwd.
Navnîşana me ev e:
www.v8biblioteken.se
Ger tu alîkarî bixwazî yan jî bixwazî tiştekî bipirsî, ji kerema xwe re pêwendî bi personel re deyne!
- Skriv ut
- Tipsa en vän